AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

18 kewçêr 2022

20:05:03
1315071

Devûjeniyên Tirkiye û Yûnanê hema wisa berdewam in

Rêveberê ragihandinê yê serokomartiya Tirkiyê ji Yûnanê xwest ku xwe ji reftara nebşa digel penaxwazan û hilêxistina tawanên bêbingeh li dijî Enqereyê dûr bike.

Li pey belavbûna hin wêneyên penaxwazan ên di rewşeke nebaş da li ser sînorê Tirkiye û Yûnanê, Notis Mitarachi wezîrê Koçberîê û Penabertiyê yê vî welatî rûbirûbûna Enqereyê digel koçberan 'Sebeba serşûriya Şaristaniyetê' da zanîn.

Tirkiyê ev tawan red kirin û Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê derve yê vî welatî tawanên bi vî rengî li dijî Yûnanê hilêxistin.

Li gorî rapora TRT'yê, Fexredîn Altûn, Rêveberê ragihandinê yê serokomartiya Tirkiyê di twîtekê da derbarê tawanên hilêxistî ji aliyê Notis Mitarachi, Yûnan bi kiryarên weke lêdan, binavkirin û noqimkirina penaxwazan û hilêxistina tawanên bêbingeh li dijî Tirkiyê tawanbar kir.

Di wêneyên weşandî ji aliyê Notis Mitarachi va, wêneyek ji 92 penaxwazên mêr ên rûtkirî tê dîtin ku li gorî gotina wezîrê yûnanî ji aliyê qayîqên Tirkiyê va ber bi çemê Urosê yê ser sînorê bakûrê rojhilatê Yûnanê hatine veguhestin.

Ajansa Penaberan a NY (UNHCR) roja Şemiyê ragihand ku derbarê rewşa nebaş a bi dehan penaxwazî li ser sînorê Yûnan-Tirkiyê hin rapor wergirtine.

342/