AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
pêncşem

20 kewçêr 2022

20:32:41
1315746

Serdar Pakpûr: Îran rê nade ku Rejîma Siyonîst li navçeyê baregehên xwe yên leşkerî hebin

Fermandarê Hêza Bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqqilaba Îslamî got: Komara Îslamî ya Îranê bi ti awayî rê nade ku rejîma siyonîst a sexte li welatên navçeyê baregehên xwe yên leşkerî û istixbaratî hebe.

Serdarê sertîp Muhemed Pakpûr Fermandarê Hêza Bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê di heyama lidarxistina Tetbîqata leşkerî ya Îqtidara Sipaha Pasdaran li navçeya Arazê ya başûrê Îranê da, got: Tetbîqata leşkerî ya Îqtidarê nîşana şiyan û îqtidara hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li hemberî artêşên zêdexwaz ên cîhanê ye.

Fermandarê Hêza Bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqqilaba Îslamî berevaniya hêzên leşkerî û întizamî ji sînoran wek hêza welêt li hemberî têketin û bandora biyaniyan da zanîn û got: Berevaniya ji berjwendiyên neteweyî û ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê hêla sor a  hêzên çekdar e.

Serdar sertîp Pakpûr lidarxistina tetbîqata mezin a Sipaha Pasdaran li navçeya Arazê wek xaleke werçerxanê di warê kiryarên hêzên çekdar ên Îranê da zanî û got: Beşdariya 500 makîneyên leşkerî yên giran di vê tetbîqata leşkerî da nîşana amadetî û şiyana berevaniyê li hemberî welatên destdirêjker ên navçeyê ye.

Qonaxa sereke ya Tetbîqata leşkerî ya Îqtidara Hêza Bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li navçeya gelemperî ya Arazê, parêzgehên Erdebîl û Azerbaycana Rojhilat li bakûrê rojavayê Îranê bi mihweriyeta Biryargeha Aşûrayê ya Hêza Bejahî ya Sipahê ji roja Duşemê 17ê Cotmehê va dest pê kir.

342/