Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê di vê civînê da got: Danûstandina peyaman digel aliyê amerîkî ji bo gihîştina bo qonaxa dawiyê ya lihevkirinê didome; her çend ku di ajawegêrî û aloziyên vê dawiyê li Îranê da, Amerîkayê û hin welatên ewropî bilezûbez, nepijyayî û wek destwerdan tev geriyan.
Emîr-Ebdullhiyan bi gotina vêya ku roja îro li Îranê her tişt di rêya xwe ya xwezayî da ye, got: Me hişyarî da aliyê amerîkî û ewropî ku bi têgihîştina şaş ajawegêr, alozîçêker û teorrîstan li Komara Îslamî ya Îranê tehrîk nekin.
Wezîrê karên derve yê Îranê di dewamê da tevî tekeziya li ser vêya ku dewleta Îranê bi tamî hesaba kesên ajawegêr, çekdar û terorîstan ji gelê ku daxwazên xwe yên aştiyane hene, cuda kiriye, got: Ti kesek têkildarî daxwazên aştiyane li Îranê nehatiye girtin.
Di rojên derbasbûyî da hin bajarên Îranê bûn qada alozîderxistina ajawegêran ku ev yek bi hişyariya hêzên ewlehiyê û hebûna bicoş a gel li seranserî Îrana îslamî daket.
Di aloziyên vê dawiyê da serokên siyasî yên Amerîkayê û carinan jî Ewropayê, medyayên wan û her wiha medyayên farisî yên dijber û di bin piştevaniya welatên rojavayî da, bûyereke xembar a ku dihat vekolandin neçê bi kar anî û bi dirûşmeya piştevaniya ji mafên gelê Îranê, hemî hewla xwe ji bo piştevaniya ji ajawegêr û binpêkerên ewlehiya gel bi kar anî; di halekî da ku bi miliyonan kesî ji bo piştevaniya ji hikûmet û welatê xwe û dijayetiya vebirr digel alozî û ajawegêriyê hatin nav kolan û meydanên welêt.
342/