AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

23 kewçêr 2022

19:07:11
1316471

Rakirina vîzeya Komara Îslamî ya Îranê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê

Endamekî Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îslamî ya Îranê ji rakirina vîzeya Komara Îslamî ya Îranêji bo xelkê Herêma Kurdistana Iraqê xeber da.

Li gorî rapora roja şemiyê ya ajansa nûçeyan a IRIB News`ê, "Şehrîyar Heyderî, Serokê Komîteya Sînorî ya Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li gel "Mehdî Seferî, Alîkarê Aborî yê Wezîrê Karên Derve" û Alîkarê Wezîrê Aborî û Serokê Saziya Sermayeguzarî û alîkariya aborî û teknîkî ya Îranê Elî Fikrî serdana Herêma Kurdistanê kir û di yekem roja geşta xwe de li gel oda bazirganî ya 4 Parêzgehên sînorî yên Kurdistana Iraqê re civiya û pê re ser astengiyên sermayeguzariyê gotûbêj kirin.

Heyderî amaje bi tedbîrên serdana şanda Îranê bo Hewlêrê kir û got, niha xelkê Herêma Kurdistanê dikarin bêyî wergirtina vîzeyê derbasî Îranê bibin û got: Mijara herî zêde di van civînan de hatiye gotûbêjkirin, mijarên sînorî û aramiya sînorên Iraqê ne. ewlekarî û geşepêdana pêwendiyan, aborî, vekirina sînorên nû û hatûçûna rêwiyan bû.

Herwiha rêveberê Nişîngeh û Pasaportê yê Deriyê Sînorî yê Hacî Omerana Herêma Kurdistanê Salar Tehsîn jî ji Kurdistan24ê re ragihand, ji sibeya yekşemê 23 Cotmehê ve geştyar dikarin bêyî vîze bi rêya deriyên sînorî geşta Îranê bikin.

Salar Tehsîn destnîşan kir, geştyarên Herêma Kurdistanê û Iraqê divê karta vaksînê yan testa Koronayê bi xwe re bînin, da ku rê were dayîn bêyî vîze serdana welatê Îranê bikin.

Rêveberê Nişîngeh û Pasaportê yê Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran eşkere kir, her geştyarek divê dema pasaporta wan ji şeş mehan kêmtir nebe, eger ji şeş mehan kêmtir mabe, rê nayê dayîn ku geştê bikin.

342/