AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

25 kewçêr 2022

20:50:20
1317212

Dadgeha Venihêrînê ya Herêma Kurdistana Iraqê Bafil û Qubad Talebanî û Wehab Helebçeyî tawanbar kirin

Dadgeha Venihêrînê ya Herêma Kurdistana Iraqê daxwaza lêkolîn û venihêrînê li ser belgenameyên têkildarî Bafil Talebanî, Qubad Talebanî û Ejîn Emîn û çend berpirsên din ên YNK'yê kir û ew tawanbar dan zanîn.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Shar Pressê, Di nameya Dadgeha Venihêrînê ya Herêma Kurdistana Iraqê ku roja 10ê vê mehê hat weşandin û radestî dadgeha Raniyeyê hat kirin da, Qubad û Bafil Talebanî, Ejîn Emîn û Wehab Helebçeyî û çend berpirsên din ên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) hatine tawanbarkirin.

Li gorî vê nameyê, serokê Dadgeha Venihêrînê ya Herêma Kurdistana Iraqê vê dosyeyê ji navenda polîsê Raniyeyê bo Hewlêrê vediguhezîne; gerçî ku vê nameyê ti amajeyek bi naveroka dosyeyê nekiriye, lê pêşbînî tê kirin ku têkildarî dosyeya "Mirad Kanî Kurdeyî" be.

Berêvara 26ê Mijdara 2021ê serheng Mirad Evdilrehman Evdillah û du polîs bi navê Xoşnav Weysî û Hawkar Nazim li bajarê Raniyeyê hatin kuştin û di heman şevê da jî polîsek bi navê Serkar Faxir birîndar bû û hevrêyekî wan bi navê Firset Qadir Ehmed hat revandin.

Piştî qewimîna vê bûyerê, malbata serheng Mirad Kanî Kurdeyî rêxistinên ewlehiyê yên YNK'yê wek aliyê qusûrkar dane zanîn û daxwaza lêkolîna qanûnî bi rêya rayedarên dadweriyê va kiriye.

342/