AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

8 sermawez 2022

19:49:24
1321451

Pergala Bavar-373 balefirên şêrr ên radartêper û xwefirran dike armanc

Fermandarê Hêza Bergiriya Asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Pergala Bavar-373 balefirên şêrr ên radartêper û xwefirran dike armanc.

Fermandarê Hêza Bergiriya Asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku xurtkirina Pergala Bavar-373, Komara Îslamî kiriye duyemîn welatê xwediyê pergaleke wiha bi birra zêdetir ji 300 kîlometre li cîhanê, her wiha got: Ev pergal ji bilî ku dikare bi hemî balefirên şêrr ên cîhanê ra şerr bike, dikare bi tamî digel balefirên şêrr ên nifşa 5an ên cîhanê ku radartêper in jî bikeve pevçûnê.

Sertîp Sebahîferd got: Xwefirra armanc di vê ceribandinê da ku bi hevkariya Wezareta berevaniyê û Hêza bergiriya asimanî ya artêşa Îranê hatiye çêkirin, digihêhe bilindahiya 43 hezar pêyî û li wir dikeve ber êrîşa Pergala Bavar-373'yê.

Sertîp Sebahîferd her wiha derbarê sûdwergirtin ji çeka dije-xwefirr a leyzerî jî got: Îranê di warê leyzerê da şiyaneke gelekî baş bi dest xistiye û leyzera bi hêzên cûr bi cûr xistiye xebatê û testa wê ya meydanî jî pêk aniye.

Ceribandina Pergala Bavar-373 ya xurtkirî li dijî armancên dûrrfirr bi mûşeka dûrgihêj a Sayad 4B'yê roja Yekşemiyê li Îranê bi awayê serkeftî pêk hat.

342/