Wezareta Berevaniya Iraqê îro Sêşemê di daxuyaniyekê de ragihand, balafirên cengê yên Hêza Hewayî ya Artêşa Iraqê, sê veşargeh û pêgehên koma terorîst a DAIŞê li parêzgeha Selahedînê (bakurê Iraqê) ji nav birin.
Piştî têkçûna DAIŞê di sala 2017an de, artêş û hêzên leşkerî yên Iraqê bi taybetî Heşda Şeibî berdewam in li ser jinavbirina endamên mayî yên vê koma têrorîst ku dem bi dem dest bi êrişên terorîstî û operasyonên li dijî welatiyên Iraqê û hêzên çekdar ên vî welatî dikin.
Endamên mayî yên koma têrorîst a DAIŞ`ê hîn jî li parêzgehên Bexda, Selahedîn, Diyala, Kerkûk, Nînowa û Enbarê çalak in.
342/