AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

8 sermawez 2022

19:50:24
1321453

Li Bexdayê welatiyekî Amerîkî hat kuştin

Hin medyayên Îraqî belav kirin ku di encama êrîşeke çekdarî ya li ser otombîla amerîkiyekî de li Bexdaya paytexta Iraqê ew hate kuştin.

malpera nûçeyan a El-Melûme û kanala Saberîn News`ê ragihandin ku êrişa çekdarî ya kesên nenas li ser otomobîleke amerîkî li devera "El-Kerade" ya Bexdayê, bû sedema kuştina wî.

Ji aliyekî din ve malpera nûçeyan ya Bexda El-Yewm li ser zarê hêzên çekdar ên Kanadayê belav kir ku yek ji efserên vî welatî li Bexdayê di rewşeke nediya de jiyana xwe ji dest daye.

Agahiyên zêdetir derbarê van her du bûyeran de ji aliyê hêzên berpirs ên Iraqê ve nehatine belavkirin.

342/