AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

8 sermawez 2022

19:51:32
1321455

Serdana serokwezîrê Swêdê bo Tirkiyê

Swêd ji bo razîkirina Tirkiyê derheq endamtiya xwe di Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) de çû Enqerê.

Ji bo razîbûna bi daxwaza Fînlanda û Swêdê ji bo endambûna NATOyê, Tirkiyê şert û mercên weke rêgirtina li çalakiyên PKKê li van welatan daniye. Swêd û Fînlanda jî soz dane ku şert û mercên Tirkiyê bi cih bînin, lê danûstandinên ji bo bidestxistina rêkeftina Tirkiyê hê jî berdewam in.

Serokwezîrê Swêdê Olof Kristerson bi mebesta bidestxistina baweriya Enqerê bi sozên ku hatine dayîn, danê sibê gihêşt Tirkiyê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, serokwezîrê Swêdê digel dûbarekirina soza cîbicîkirina şert û mercên Tirkiyê, got: Stokholm tu peywendiyê bi koma têrorîst a PKK`ê re pêk nayne.

Kristersson herwiha got, "Ez dixwazim ji we re ragihînim ku Parlemana Swêdê ji bo avakirina komeke dostaniyê ya di nava parlamenanan de bi Tirkiyê re dest bi xebatê kiriye. Swêd wê heta dawiyê vê memorandumê bi cih bîne. Em ê bi PKKê re ti danûstandinan nekin."

Ev sefer li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hat kirin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî roja Pêncşema borî li Enqerê hewl da ku rayedarên Tirkiyê razî bike ku bi Swêd û Fînlandayê re beşdarî vê hevpeymaniya leşkerî bibin.

342/