AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

8 sermawez 2022

19:52:30
1321457

PKKê û artêşa Tirkiyê amarên nû derbarê şerê navbera xwe weşandin

PKKê û artêşa Tirkiyê amarên şerê sê rojên dawî eşkere kirin. Li gor HPGê baskê leşkerî yê PKKê di şer û pevçûnan de 5 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî 11 şervanên PKKê hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ku îro 8ê Mijdara 2022ê li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kiriye, li herêma operasyona Pençe Kilîd li nav axa Herêma Kurdistanê ya Iraqê de 11 şervanên PKKê canê xwe ji dest dane.

PKKê derbarê redkirin an piştrastkirina vê amara artêşa Tirkiyê ti daxuyqaniyek nedaye.

Ji aliyê din ve Navenda Ragihandinê ya HPGê baskê çekdar ê PKKê jî daxuyaniyek belav kiriye û dibêje di şer û pevçûnên navbera şervanên wan û artêşa Tirkiyê de 5 serbazên vî welatî hatine kuştin.

Baskê çekdar ê PKKê diyar dike ku di rojên 6-7ê Mijdara 2022ê de di encama çend çalakiyên hêzê wan de ew 5 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Herêma Kurdistanê ya Iraqê de bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewam e.

Rojane di encama rûbrûbûnên wê operasyonê de çend leşkerên Tirk tên kuştin û birîndarkirin û çend şervanên PKKê jî canê xwe ji dest didin û birîndar dibin. Herwiha di encama êrişên Artêşa Tirkiyê gelek xisarên canî û malî jî li xelkê deverê dikevin û gelel gundên Herêmê jî ji ber van şer û pevçûnan vala bûne.

342/