AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

8 sermawez 2022

19:52:58
1321458

Di operasyona berxwedana Qelqeliyê de siyonîstekî jiyana xwe ji dest da

Tora Siyonîstî ya Kan basê mirina bajaroknişînekî siyonîst di operasiyona berxwedana Qelqeliyê de kir.

Li gorî rapora malpera Şehab News`ê, kanala Siyonîstî ya Kan danê sibê vê sêşemê ragihand ku Şalom Sofer, siyonîstê ku du hefte berê di operasyona berxwedana Qelqeliyê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Piştî vê bûyerê çavkaniyên Îbranî ragihandin ku operatorê vê operasyonê ji aliyê artêşa siyonîst ve hatiye girtin.

Li gorî vê raporê, bi mirina vî siyonîstî, hejmara esker û bajaroknişînên ku di operasiyonên berxwedanê yên îsal de hatine kuştin, gihîştiye 24`an.

Hêjayî gotinê ye ku herêmên rojhilatê Qelqeliyayê (li bakurê Şerîeya Rojava) yek ji wan herêman e ku hertim di navbera filistîniyan û esker û siyonîstên bajarokan da pevçûn diqewimin.

342/