AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

8 sermawez 2022

19:53:24
1321459

Depoya cebilxane ya çeteyên Siûdî li Marîbê hat rûxandin

Çavkaniyên nêzîkî hevpeymaniya Siûdî-Îmaratî îdia kirin ku di êrîşên mûşekî yên Hikûmeta Rizgariya Netewî ya Yemenê li ser Maribê de, depoya cebilxaneya van kirêgirtiyan hatiye jinavbirin.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya kanala nûçeyan a El Erebî, çavkaniyên nêzîkî hevalbendiya siûdî-Imaratî îdia kirin ku hêzên dewleta Rizgariya Netewî ya Yemenê bi mûşekên balistîk êrişî bajarê Maribê kirin û teqînên mezin bajarê Maribê hejandin.

Di van êrîşên mûşekî de depoyeke çekan a çeteyên girêdayî Koalîsyona Siûdî hate rûxandin.

Di vê derbarê de heta niha artêşa Yemenê ti daxuyaniyek nedaye.

Erebistana Siûdî bi piştevaniya Amerîka, Îmarat û çend welatên din, ji Adara 2015an ve êrişên leşkerî li dijî Yemenê pêk anîne û ji aliyê bejahî, deryayî û hewayî ve ev welat dorpêç kirine û 4 milyon yemenî aware kirine. Di encama şer û pevçûnên Hevpeymaniya Siûdî de bi sedan hezar yemenî hatin kuştin û birîndar bûne.

342/