AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

8 sermawez 2022

19:54:03
1321460

Civîna dîplomatên Ermenistan û Komara Azerbaycanê

Wezîrên karên derve yên Ermenistan û Azerbaycanê li Amerîkayê hevdîtinek pêk anîn.

Piştî rêkeftina agirbestê gelek caran hêzên Ermenî û Azerî li navçeyên sînorî bi hev re ketine pevçûnan. Tevî hewldanên asayîkirina peywendiyên navbera Ermenîstan û Komara Azerbaycanê û tevî avakirina komîsyonên diyarkirina sînoran, aloziyên leşkerî yên di navbera her du welatan de berdewam in. Serok û wezîrên karên derve yên Ermenîstan û Komara Azerbaycanê li Soçî (Rûsya) û Brukselê gelek civîn pêk anîn. Dîplomatên payebilind ên her du welatan vê carê li Waşîngtonê hatin hemberî hev.

 Ararat Mîrzoyan û Cîhûn Bayramov wezîrên karên derve yên Ermenistanê û komara Azerbaycanê şeva buhurî (duşemê) li Waşîngtonê hevdîtin û gotûbêj kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken jî di van hevdîtinan de amade bû.

Gotûbêjên wezîrên derve yên her sê welatan li pişt deriyên girtî birêve çûn û ji ber wê jî ti raporek derbarê naverok û encamên gotûbêjan de nehatiye weşandin.

342/