Li gorî nûçeyê medyaya Ekvadorê, li Girtîgeha Pichincha ya li bakurê paytexta wî welatî li bajarê Quitoyê di navbera girtiyan de pevçûn derket.
Di pevçûnan de heta niha 5 girtiyan canê xwe ji dest dane û 3 girtî jî birîndar bûne.
Ajansa Neteweyî ya Girtîgehan (SNAI) jî diyar kir ku di navbera komên tawanên organîze de şer derketiye û gelek hêzên ewlehiyê ji bo kontrolkirina girtîgehê destwerdan kirine.
Di 4ê Cotmehê de jî li Girtîgeha Litoral a Ekvadorê di navbera girtiyan de pevçûn derketibû û di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 66 kes jî birîndar bûbûn.
Li Ekvadorê li 65 girtîgehên ku kapasîteya wan 30 hezarî ye, nêzîkî 39 hezar girtî û mehkûm hene. Bûyerên di navbera çeteyan de û serhildan carinan dibin sedema canjidestdanê.
Ji par ve li Ekvadorê di bûyerên tundiya navbera çeteyên hevrik de zêdeyî 450 girtiyan jiyana xwe ji dest dabûn.
342/