AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

8 sermawez 2022

19:55:06
1321462

Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê topbarankirina gundên bakurê Sûriyê didomîne

Hêzên Tirkiyê îro jî gundewarê bajarokê Zirganê li bakurê Sûriyê û herêmên kurdî topbaran kirin.

Li gor medyaya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), hêzên Tirkiyê û çeteyên wê îro Sêşembê 8ê Mijdara 2022an du gundên ser bi bajarokê Zirganê topbaran kirin.

Hatiye ragihandin, gundê Dada Ebdal ê li bakurê Zirganê û gundê Til Werd ê li başûrê Zirganê bi çekên giran tên topbarankirin.

Derbarê encama topbaranên ser wan her du gundan û zirarên canî û maddî yên muhtemel de ti zanyarî nehtaine bidestxistin.

HSD jî ku kontrola navçeyê di destê wê de ye, derbarê topbaranên îro de ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Artêşa Tirkiyê û grûpên terorîstr ên girêdayî wê duh Duşembê 7ê Mijdarê jî Taxa Rojava ya li navenda bajarokê Zirganê topbaran kiribûn.

Topbarana ser wê taxa Zirganê danê sibehê ji derdora saet 8:00an ve destpê kiribû û heta çend saetan dom kiribû.

Artêşa Tirkiyê û komên çete yên ser bi wî welatî ve rojane gund, bajarok û bajarên herêmên kurdî yên Sûriyê û bakurê Sûriyê topbaran dikin, tevî ku hin caran bi dronan jî êrîşî navçeyê dike.

342/