AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

8 sermawez 2022

19:55:37
1321463

Daxuyaniya HSDê ya derbarê encama êrîşa li Qamişloyê de

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê êrîşa bi dron a roja 6ê Mijdarê ya li Qamişlo daxuyanî da û ragihand, di êrîşê de şervanekî wan canê xwe ji dest daye û 2 kesên sivîl ên pê re jî birîndar bûne.

Êvara Yekşembê 6ê Mijdara 2022an otomobîlek ji corê Jeepê li ser riya Hîzama Başûr (Kembera Başûr) a Qamişlo û li nêzîk dibistana Seadetê teqiyabû. Wê demê zanyariyên cuda derbarê teqînê de hatibûn belavkirin û hin çavkaniyên xwecihî gotibûn, droneke Tirkiyê otomobîlek li bajarî Qamişloyê kiriye armanc, lê hin çavkaniyan jî dabûn xuyakirin ku teqîna otomobîlê ji ber bombeyekê bûye.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniya xwe de ragihandiye, êrîşa êvara Yekşembê 6ê Mijdarê ya li bajarê Qamişlo bi dronekeke artêşa Tirkiyê pêk hat.

HSDê ragihand, Tirkiye “navçeyên niştecîbûna sivîlan” li deverên kurdî yên Sûriyê û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc û ew êrîşên Tirkiyê şermezar kir.

Di daxuyaniya HSDê de tê gotin, di êrîşa ser Qamişlo de şervanê wan ê bi navê “Kemal Mihemed Elî Dûdû” û bi nasnavê “Mîtan Şoreş” canê xwe ji dest daye û 2 hevalên wî yên sivîl jî birîndar bûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ya ser bi opozesiyonê (SOHR) ku baregeha wê li Londonê ye, di şeva êrîşê de ragihandibû ku êrîş ji aliyê Tirkiyê ve û bi dronekê hatiye pêkanîn.

SOHRê gotibû, otomobîleke sivîlan ji aliyê droneke Tirkiyê ve hatiye armanckirin û tê gotin birîndar hene.

342/