AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

9 sermawez 2022

18:58:57
1321811

Artêşa Sûriyê karwanê leşkerî yê Amerîkayê neçar kir ku paşve vekişe

Çavkaniyên sûrî ragihandin ku xaleke pişkinînê ya artêşa Sûriyê karwanê serbazî yên dagirkerên Amerîkî li derdora bajarê Hesekê neçar kir ku paşda vegerin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûriyê (SANA) îro Çarşemiyê, xaleke pişkinînê ya artêşa Sûriyê rê li ber tevgera karwanê leşkerî yê Amerîkayê li derdorê Til Temirê li bakurê rojavayê Hesekê girt û ew neçar kir ku paşve vekişe.

Di vê derbarê de çavkaniyên herêmî gotin; Xaleke kontrolê ya artêşa Sûriyê li gundê Xabûr El-Xeracene li devera Til Temirê ya dikeve bakurê rojavayê bajarê Hesekê, rê li ber derbasbûna karwanekî leşkerî yê dagirkerên Amerîkayê ku ji 8 otomobîlan pêk dihat girt û nehêşt ew derbasî nav vî gundî bibe û ew karwan ji herêmê qewitand.

Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Sûriyê bi caran tekez kiriye ku artêşa Amerîkayê li rojhilat û bakurê rojhilatê vî welatî ji bilî talankirina mal û heyiya xelkê Sûriyê, petrola vî welatî  jî didize, vêca divê dawî li hebûna neqanûnî ya amerîkiyan were anîn.

342/