AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

9 sermawez 2022

19:00:56
1321815

Wehîdî: Pêkhateyên etnîkî yên Îranê bi hev re û yek in

Wezîrê navxwe yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku dijmin ji bilî wêrankirin û jihevxistina Îranê tiştekî din naxwazin û got: Pêkhateyên etnîkî yên curbicur li Îranê yek in û ji hev cuda nînin.

Dijminên Îrana Îslamî hesabekî taybet li ser provokasyona komên etnîkî yên Îranê vekirine; Encama wan ew e ku bi vê kiryarê dikarin bêewlehiya sînoran li Îranê zêde bikin, zemîna cudahiyên etnîkî dabîn bikin û di dawiyê de raya giştî li dijî hikûmetê bi awayekî berfirehtir seferber bikin.

Dijminên Îrana Îslamî di wê baweriyê de ne ku eger nekarin raya giştî li dijî hikûmeta Îranê birêxistin bike, divê senaryoya perçekirina Îranê bi sedema hebûna etnîsîteyên cuda were şopandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, Ehmed Wehîdî wezîrê karên hundur ê Îranê êvara sêşemiyê li civîna pêşnimêjên îniyê yên şîe û sunne yên parêzgeha Gulistanê got ku dijmin tu karê wan bi Îranî û ne îranî re nîne û tenê naxwazin Îranek bihêz hebe.

Wehîdî bal kişand ser vê yekê ku bi rastî neteweya Îranê ji hemû etnîkên nav welat pêk tê û Îranî bi hevgirtin û yekrêziyê rê nahêle dijmin di nav wan de rê peyda bike.

Wezîrê navxwe yê Îranê amaje bi vê yekê kir, ku li ber çavê Îrana Îslamî, ti cudahî di navbera Şîe û Sunne de nîne û mînaka wê jî piştevaniya Îranê ji Suneyên Felestînî ye.

342/