AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

11 sermawez 2022

21:20:51
1322249

Erdoxan û Eliyêv li paş deriyên girtî civiyan

Serokomarê Tirkiyê li kêleka serdana xwe ya bo Uzbekistanê li paş deriyên girtî bi hevpêşeyê xwe yê Komara Azerbaycanê ra civiya.

Receb Teyib Erdoxan û Îlham Eliyêv serokên Tirkiye û Komara Azerbaycanê li bajarê Semerqenda Uzbekistanê bi qasî saetekê li paş deriyên girtî civiyan.

Gerçî ku li hûrgiliyên hevdîtina Erdoxan û Eliyêv ti nûçeyek nehatiye weşandin, lê beşa çapemeniyê ya Ofîsa serokomartiya Komara Azerbaycanê ragihand ku encamên civîna Sûçiyê ji mijarên vê hevdîtinê bûye.

Rêberên sê welatên Rûsiye, Ermenistan û Komara Azerbaycanê roja 31ê Cotmeha 2022an li bajarê Sûçiya Rûsiyê civiyan.

Hevdîtina Erdoxan û Eliyêv li Uzbekistanê li kêleka nehemîn civîna Rêxistina Welatên Tirk li bajarê Semeqendê pêk hat.

342/