AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

11 sermawez 2022

21:21:55
1322251

Çêkirina gorên sexte şêwaza nû ya rejîma dagirker ji bo destdanîna ser erdên filistîniyan

Rejîma Israîlê ya dagirker ji bo serdestiya ser erdên filistîniyan tenê bi şêwazên qedîmî razî nabe, belkî vê dawiyê ji bo pêkanîna armanca xwe ya koledariyê ya serdestiya ser erdên filistîniyan, berê xwe daye çêkirina gorên sexte ji bo cihûyan ku tê da ti meytek tuneye.

Li gorî rapora Malpera ajansa filistînî ya Xeber, Yek ji navçeyên ku gorên sexte ji aliyê rejîma dagirker tê da hatine çêkirin, erdên Selwanê li başûrê Mizgefta Eqsayê li bajarê Qudsê ye.

Navendên hiqûqî û çalakên Qudsê gotiye ku rejîma dagirker di mehên dawî da parçeyek erdê ku wek parkînga erebeyan dihat bikaranîn, veguherandiye goristana cihûyan û tabloyek bi zimanê erebî û ibrî ji bo vê goristana sexte daniye û gef xwariye ku eger kesek li vî cihî zibilan bavêje, dê siza lê were birrîn.

Li gorî gotina wan, çêkirina gorên sexte şêwazek e ku ji aliyê encumenên bajarokçêkirinê yên Israîlê va tê şopandin û armanca wê destdanîna ser erdên filistîniyan û guhertina pênaseya Qudsê ya erebî û îslamî ye; karê ku li dijî qanûn û rêzikên navneteweyî ye.


342/