AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

12 sermawez 2022

21:03:18
1322572

Li Efrînê dijî Heyet Tehrîr El-Şam xwepêşandan hatin lidarxistin

Alîgirên Feyleqa Sêyemîn îro li bajarê Efrînê yê bakurê rojavayê Sûriyê li dijî çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) xwepêşandanek birêve birin. Çekdarên girêdayî Tehrîr El-Şam jî tedbîrên ewlehî yên tund li bajêr cîbicî kirin.

Koma terorîst a Cebhet El-Nusra ku her tim li navçeyên cuda yên vî welatî rastî şikestên li pey hev ji artêşa Sûriyê û hêzên berxwedêr ên îslamî tê, bi piştevaniya Tirkiyê û Amerîkayê heta niha jî li navçeyên kêmkirina rageşiyê li Sûriyê cih digire û kiryarên xwe yên dijminane didomîne.

Di xwepêşandana Feyleqa Sêyemîn de druşmên li dijî çekdarên Desteya HTŞê û dezgehên girêdayî wê hatin bilindkirin. Xwepêşanderan banga derxistina Desteya Tehrîr El-Şam ji Efrînê kirin û Efrîn careke din radestî grûpên çekdar were kirin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku çekdarên ser bi grûpên Hemzat û Emşat jî ku piştgiriya Desteya Tehrîr El-Şam dikin li ser rêya di navbera Efrîn û Ezazê de rêbend avakirin da ku rê li ber alîgirên Feyleqa Sêyemîn bigirin daku nikaribin ji Ezazî derbasî Efrînê bibin.

Malperên ser bi Desteya Tehrîr El-Şam ragihandin ku çekdarên Desteyê di dawiya meha borî de ji Efrînê vekişiyane, lê çavkaniyên xwecihî dibêjin ku çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam bi cilûbergên grûpên Emşat û Hemzat li Efrînê bi awayekî azad tevdigerin û dezgeheke ewlehiyê ya wê jî hêjî li Efrînê maye.

342/