AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

12 sermawez 2022

21:05:47
1322574

Berdewamiya nêzîkatiya destwerdana Fransa di karûbarên navxweyî yên Îranê de

Serokomarê Fransayê li dewama destwerdana eşkere ya rayedarên rojavayî û Ewropayê di karûbarên navxweyî yên Îranê de, bi çend endamên komên neyar ên îranî re hevdîtin pêk anî.

Li gor nûçeya rojnama Le Monde ya Fransî, Koşka Serokomariya Fransayê ragihand ku Serokomarê vî welatî Emmanuel Macron li Qesra Elysee bi Mesih Elînijad, kesayetiya neyara Nizama Îranê ya li New Yorkê rûdine û bi çend jinên din ên Îranî re ku bi navê aktîvatîstên mafên mirovan tên nasîn, hevdîtin pêk anî.

Nûçe û wêneyên pêwendîdar bi vê hevdîtinê bi lez û bez di medyayên biyanî yên farisî de hatin belavkirin, hinek ji wan hewl dan ku wisa bidin zanîn ku civîna wan li ser vexwendina rasterast a Koşka Elyseeyê hatiye lidarxistin.

Li gorî muqirhatina hin kesayetiyên Fransî, di lidarxistina vê civînê de komên mûxalîf û cudaxwaz ên wekî rêxistina Amerîkî-Fransî ya "Edalet ji bo Kurdan" rol lîstine.

Ev grûp bernamên wekî cudaxwaziyê bi handana komên etnîkî û çêkirina kaosê li Îranê dişopînin, ku di nav wan de rola medyayên girêdayî rejîma Siûdî, yên wekî Îran International, zêdetir dikeve ber çavan.

Tevî ku rayedarên hikûmeta Fransayê hîn jî îdiaya azadî û demokrasiyê li vî welatî dikin, lê eşkerebûna reftarên polîsê vî welatî li hember neraziyan vê îdiayê red dike.

342/