AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

12 sermawez 2022

21:06:56
1322576

PDKê navên endamên Polîtburoya xwe eşkera kirin

Di civîna îro ya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK) de berpirs û endamên desteya kargêrî û endamên polîtburoya partiyê hatin hilbijartin.

Jêderekî agahdar ji Kurdistan24ê re ragihand, her yek ji Sîdad Barzanî, Hêmin Hewramî, Hîwa Ehmed Mistefa, Zagros Fetah, Newzad Hadî, Amîne Zîkrî, Serbest Lezgîn, Piştîwan Sadiq, Elî Husên û Fuad Husên endamên Komîteya Navendî ya PDKê wek endamên polîtburoyê hatin hilbijartin.

Herwiha Fazil Mîranî, Azad Berwarî, Hoşyar Zêbarî, Zeîm Elî, Rêbwar Yelda, Mehmûd Mihemed, Kemal Kerkûkî wek endamên polîtburoya PDKê hatin hilbijartin.

Îro Şemiyê 12ê Mijdara 2022yan, Komîteya Navendî ya PDKê bi serperiştiya Mesûd Barzanî civiya, di di civînê de neh endamên Komîteya Navendî wek endamên polîtburoyê hatin hilbijartin û heft endamên din jî, ku beriya niha endamên polîtburoyê bûn, dîsa ji vê yekê re hatin hilbijartin.

Roja 3ê Mijdara 2022an, 14emîn Kongreya PDKê li bajarê Duhokê hat sazkirin û di roja yekem a kongreyê de endamên kongreyê, dîsa Mesûd Barzanî wek Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî wek cîgirên Serokê PDKê hilbijartin.