AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

12 sermawez 2022

21:07:35
1322578

Li bakurê Iraqê 8 DAEŞî hatin kuştin

Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê ragihand ku li parêzgeha Selahedîn li dijî koma têrorîst operasyonek li dar xist û di encamê de 8 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Li gorî rapora malpera nûçeyan ya Bexda El-Yewm`ê, servîsa têkoşîna dijî terorîsmê ya Iraqê îro şemiyê ragihand ku li bajarê Dûzxurmatûyê li parêzgeha Selahedîn (bakurê Iraqê) li dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê operasyonek pêk anîne ku di encama wê de 8 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Dijî terora Iraqê herwiha eşkere kir ku hûrgiliyên vê operasiyona han di demeke nêzîk de eşkere dibin.

Di vê çarçêvê de hêzên artêşa Iraqê duh Înê li parêzgeha Selahedînê di encama operasyoneke asmanî de 5 terorîstên DAIŞê kuştin.

"Tehsîn Xefacî" ji Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê meha borî ragihandibû ku DAIŞê îsal 150 serkirdeyên xwe yên bilind ji dest dane.

Xefacî diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê sînorên vî welatî bi Sûriyê re bi temamî kontrol kirine û got: Fermandariya Operasyonên Hevbeş bi hevkariya fermandarên din ên ewlehiyê yên Iraqê hewla girtina pêkhateyên din ên koma têrorîst a DAIŞê dide.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê amaje bi vê yekê jî kir, ku şervanên Iraqî di mehên borî de hejmareke mezin ji fermandarên payebilind ên DAIŞê kuştine.

342/