Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro Şemiyê 12ê Mijdara 2022yan, li parêzgehên Agirî û Îdirê yên Kurdistana Tirkiyê li dijî PKKê “Operasyona Payîz-Zivistan-12 a Eren Dorpêç” hatiye destpêkirin.
Wezareta Navxwe eşkere kir, operasyon ji aliyê Fermandariyên Cendirme yên Agirî û Îdirê ve tê lidarxistin û 1017 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando beşdar dibin.
Herwiha hat ragihandin ku operasyonên "Payîz-Zivistan a Eren Dorpêç" li nav welat didome.
342/