AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

13 sermawez 2022

16:29:43
1322870

Kenanî: Helwesta Almanyayê li hember Îranê destwerdanî ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê helwêsta vê dawiyê ya serokwezîra Almanyayê li hemberî Komara Îslamî ya Îranê destwerdanî, provokatîf û ne dîplomatîk nirxand.

Derketina aloziyên vê dawiyê di Îranê de bi behaneya mirina “Mehsa Emînî” careke din bû sedem ku dijminên derveyî yên Komara Îslamî ya Îranê jî ji bo destwerdan di karûbarên navxweyî yên Îranê de dest bavêjin vê behaneyê û her ku diçe aloziyan derdixin.

Di vê derbarê de, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Schultz roja şemiyê di peyameke Twitterê de ragehand ku, ewê di hefteya bê de piştevaniya gera nû ya sizayên Yekîtiya Ewropayê li dijî Îranê bike.

Li gorî rapora IRNA`yê, Nasir Kenanî berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê roja yekşemiyê got: Hin kesên ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin bi jibîrkirina piştevaniya xwe ya kor û nemirovane ji rejîma Seddam û bi jibîrkirina hevrêtiya xwe bi cezayên hovane yên Amerîkayê li dijî gelê Îranê, herwiha bi bêdengiya xwe li hember kiryarên terorîstên DAIŞ`ê  bi taybet êrîşa vê dawiyê ya vê koma terorîst ser mezara pîroz a Şahçeraxê, mafê mirovan ji xwe re kirine darê destan û pêlîstoka siyasî.

Kenanî her wiha got, îradeya Îranê di warê parastina prensîbên bingehîn ên mafên mirovan de, ji wan parastina rûmeta mirovî, berevanîkirina ji bindest û mezlûman, hertim li gor prensîba wezîfenasiyê bûye, di heman demê de ku Almanya bi dûrketina ji berpirsiyariya xwe ya navneteweyî ya rêzgirtina li serweriya welatan. bûye sitargeh û penageha komên terorîst û cudaxwaz ên dijî Komara Îslamî ya Îranê û berçavgirtina helwêst û nêzîkatiyên bijartî û durû li hember cinayetên Rejîma zarokkuj a Siyonîst li hemû deverên cîhanê û ji wan li Filistînê, di vî halî de xwe wek parêzvanê mafên mirovan nîşan dide.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi tekezkirina dubare ser vê yekê ku hilweşandina têkiliyên dîrokê encamên xwe yên demdirêj hene, got: Daxwazên mafên mirovan ên Îranê ji rayedarên Alman lîsteyek dirêj e, lewra divê Almanya bi berpirsyarî berê xwe bide paşerojê û dest bi zelalkirinê bike.

Kenanî careke din şîret li rayedarên Almanya kir ku aqilmendiyê li atmosfera têkiliyan vegerînin û rê li ber tevliheviya peywendiyan bigirin û destnîşan kir ku rêzgirtin û berjewendiyên du alî, yekane riya hevkariya domdar e.

342/