AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

13 sermawez 2022

16:30:20
1322871

Kenanî hevdîtina Macron bi neyarên dijî Îranê re şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê hevdîtina serokomarê Fransayê ya digel neyarên Îranê şermezar kir û ev kiryar binpêkirina giran a berpirsiyariyên navneteweyî yên Fransayê li warê têkoşîna dijî têrorîsm û tundiyê da zanîn.

Di hefteyên borî de, rayedarên Fransî bi awayekî eşkere destêwerdan di karûbarên navxweyî yên Îranê de kirin û bi eşkera piştevaniya aloziyên li welat kirin ku herî dawî jî roja Îniya borî, Emmanuel Macron serokomarê Fransayê li Parîsê bi komek kesayetiyên dijberên Îranê re hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Nasir Kenanî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: "Ev tiştekî sosret e ku serokomarê welatekî ku dewa azadiyê dike, bi daxistina asta xwe, bi kesekî nefret û pêlîstok re hevdîtin dike ku di van mehên dawî de, bi eşkere hewil daye ku kîn û nefret, tund û tûj û terorîzmê li Komara Îslamî ya Îranê û herwiha li dijî cihên dîplomatîk û dîplomatên Komara Îslamî ya Îranê li derveyî welat belav bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê herwiha daxuyaniyên Macron ên ku gotibû ew piştgiriya qaşo şoreşa bi serkêşiya van kesan dike, şermezar kir û bi tundî ev daxuyanî protesto kir.

Kenanî anî ziman ku ev civîn binpêkirina eşkere ya berpirsyariyên navneteweyî yên Fransayê ye di warê têkoşîna li dijî terorê û tundiyê de û dibe sedema belavbûna van diyardeyên xerab.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku bê şik ev kiryarên li dijî Îranê dê di bîra gelê Îranê de bimîne ku derbarê nêzîkatiyên hilbijartî û dijî mafên mirovan ên hin serkirdeyên Ewropayê agahdar in.

342/