AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

13 sermawez 2022

16:32:35
1322873

Îmzekirina biryara balyozê nû yê Tirkiyê li Îsraîlê ji aliyê Erdogan ve

Serokomarê Tirkiyê fermana destpêkirina karê "Şakir Özkan Torunlar" balyozê nû yê vî welatî li Filistîna dagîrbûyî (Îsraîl) îmze kir.

Enqere hertim îdiaya piştevaniya ji miletê Filistînê li hember dagîrkerî û cinayetên Rejîma Siyonîst dike, lê ev piştgirî tenê bi gotinan hatiye nîşandayîn. Tirkiyê di sala 1949an de Rejîma Siyonîst bi fermî nas kir û ji wê demê ve têkiliyên navbera her du aliyan di warê aborî û leşkerî de dest pê kir.

Li gorî rapora El-Yewmê ya Filistînê, Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê piştî asayîkirina peywendiyên Tirkiyê digel Rejîma Siyonîstî duh bi fermî destûrnama Şakir Özkan Torunlar wek balyozê Enqerê li Telavîvê îmze kir.

Herî dawî piştî 4 salan alozbûna peywendiyan ku bûn sedema vegerandina balyozên xwe, Tirkiye û Rejîma Îsraîl li ser vegerandina balyozên her du aliyan û vegerandina peywendiyan li hev kirin.

“Îrît Lîlîan” jî wek sefîrê Rejîma Siyonîst li Tirkiyê hat destnîşankirin.

342/