AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

13 sermawez 2022

16:33:02
1322874

Dadgehkirina şaredarê Stenbolê yê Tirkiyê

Şaredarê Stenbolê yê Tirkiyê “Ekrem Îmamoglu” hat dadgehkirin.

Hewldana qedexekirina çalakiyên siyasî ji bo şaredarê Stenbolê, Ekrem Îmamoglu, beşeke ji senaryoyeke kevin a jinavbirina hevrikên bihêz di hilbijartinên bê de û nîşana eşkere ya bindestiya dezgeha dadweriyê ji hikûmet û saziyên ewlehiyê yên Tirkiyê re ye.

Hilbijartina bê ya serokomariya vî welatî dê di 18ê Hezîrana 2023an de were kirin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya ajansa nûçeyan a Tasnim`ê, “Ekram Îmamoglu” şaredarê Stenbolê ku wek siyasetmedarekî ciwan û gelêrî bala raya giştî kişandibû ser xwe, carek din ji bo mehkemekirinê derket pêşberî dadgehê.

Beriya niha ji ber bêzariya dadger (qazî) rûniştina Îmamoglû hatibû taloqkirin û dihat payîn ku biryar bê dayîn.

Lê şaredarê Stenbolê ku xwe ji bo dadgehkirineke neheq û zindanê amade kiribû, dîsa piştî çend saetan li bendêbûnê, bersiva wî dan ku dadgeh niha ne amade ye û biryar dê ji bo demek din were paşxistin.

AKPê ya bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan gelek caran hewl da ku belge û agahiyên ku Îmamoglu bi gendeliya darayî tawanbar bike pêşkêş bike. Lê belge sexte derketin. Piştre jî lê digeriyan ku girêdayîbûna Îmamoglû ya bi konsolosxaneya Brîtanyayê re weke riswatiyeke siyasî û aborî bêxin rojevê. Lê ev lîstika wan jî serê xwe negirt. Heya ku Îmamoglu di axaftina xwe ya derbarê endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind de peyva ehmeq bikar anî.

Niha jî serdozgerê Komara Tirkiyê ji ber vê gotinê plan dike ku jiyana siyasî ya Akram Îmamoglu bi dawî bike.

Îmamoglû li pêşberî rojnamegeran parastina xwe kir û wiha got: “Mebesta min ji gotina ehmeq, şexsê Wezîrê Karên Hundir e, ne dadgerê ku endamê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ye.

Di vê navberê de, Tirkiye di van mehên dawî de krîzeke aborî ya herî kêmdîtî derbas dike. Kêmbûna nirxê lîreyê, enflasyona giran û dû re jî xizanî, bêkarî û zêdebûna cudatiya çînan û nekarîna hikûmetê ya ji bo kontrolkirina qeyranê, bûye sedema kêmbûna populerbûna Erdogan û partiya desthilatdar.

342/