AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

13 sermawez 2022

16:33:33
1322875

Hêviya Erdogan ji bo kirîna balafirên şerr ên Amerîkî

Erdogan piştî ragihandina encamên hilbijartinên dewra navbir ên Amerîkayê, hêvîdar bûye ku bikare balafirên F-16 ji Amerîkayê bistîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê ku ji bo beşdariya li civîneke navçeyî çûbû Uzbekîstanê, roja şemiyê li vegera xwe got: Bi serweriya Komarîxwazan li Senatoyê, wergirtina balafirên F-16 ji Amerîkayê ji bo Enqerê gelek hêsantir dibe.

Erdogan her wiha got, ez hêvî dikim ku meha pêş me, em nûçeyên baş bibihîzin û di mijara kirîna F-16an de em ê bi awayekî erênî pêş bikevin.

Serokomarê Tirkiyê got, eger Komarparêz di Senatoyê de çend kursiyên pêwîst bidest bixin dê rewş ji bo me gelek hêsantir bibe.

Di Tîrmeha 2019an de, piştî ku Tirkiyê biryar da ku sîstemên berevaniya esmanî yên S-400 ji Rûsyayê bikire, Amerîkayê projeya şandina balafirên F-35 bo Tirkiyê betal kiribû. Tirkiyê piştre dest bi xebatên nûjenkirin û tamîrkirina fîloya xwe ya F-16 kir. Lê Waşîngtonê pesendkirina vê daxwazê ​​xiste bin dengdana kongrêsê û mijara firokeyên F-16 jî di nava nezelaliyê de hişt. Xuya ye ku encama hilbijartinên navbir bi taybetî jî encamên dengdana Senatoya Amerîkayê hêviyek daye Serokomarê Tirkiyê  Erdogan.

Hêjayî gotinê ye ku bidestxistina balafirên Amerîkî ji bo Tirkiyê bûye armancek diyarker. Nakokiyên di navbera Enqere û Atînayê de û zêdebûna metirsiya şerê leşkerî, hevdem ligel hewldana Yewnanistanê ji bo kirîna balafirên şer ên pêşketî yên Amerîkî, Tirkiyê ji her demê zêdetir nîgeran kiriye. Ji ber ku nekarîna Tirkiyê ji bo nûjenkirina hêza xwe ya esmanî û vekirîbûna destê Yewnanistanê ji bo kirîna firokeyên nifşa nû, dê hevsengiya hêzê di navbera her du welatan de li ser ziyana Enqerê biguherîne.

342/