AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

13 sermawez 2022

16:33:59
1322876

Netanyahu ji bo avakirina kabîneya nû ya Rejîma Siyonîst hat erkdarkirin

Serokê Rejîma Siyonîst, Binyamîn Netanyahû, serokê hevpeymaniya rastgirê tundrew li Knessetê (Parleman) ya vê rejîmê bo pêkanîna kabîneya nû erkdar kir.

 ji zarê rojnama siyonîst "The Times of Israel", Serokê Rejîma Siyonîst Îshaq (Îsaac) Herzog îro yekşemiyê bi Benjamin Netanyahu rêberê partiya Likud li Knesseta vê rejîmê li mala xwe hevdîtin pêk anî û bi awayekî fermî ew erkdar kir ku kabîneya nû ava bike.

Herzog roja Înê piştî hevdîtina bi hemû komên siyasî yên Knessetê ya vê rejîmê re ragihand, piştî bidawîhatina şêwirê, 64 endamên Knessetê, Benjamin Netanyahu, serokê partiya Likud, ji bo pêkanîna hikûmetê pêşniyar kirin.

Li gor yasayên Rejîma Siyonîst, Netanyahu 28 roj ji bo pêkanîna kabîneya nû heye û eger pêwîst be wê heya 14 rojan dirêj bike.

Li gorî agahiyan, Netanyahu di hefteya bê de endamên kabîneyê destnîşan kiriye.

Ji dema eşkerebûna gendeliya Netanyahû û damezrandina dadgeha wî di çar salên borî de, bêîstiqrariya siyasî ketiye nava Rejîma Siyonîst û di vê heyamê de 5 hilbijartin hatine lidarxistin.

Gendeliya aborî ya Netanyahu li gel hebûna siyonîstên tundrew ên wek Ben Guer di hevpeymaniya serketî de, ji kêşeyên navxweyî yên Rejîma Siyonîst ji bo pêkanîna kabîneya nû ye.

342/