Li gorî rapora Rojnameya Cumhuriyet'ê, Dewlet ji bo peywendîya digel Israyîlê ewqasî lez e ku berî destpêkirina asayîkirina peywendîyên digel Sûrîye û Misrê, balyozê nû şand Israyîlê. Eva paşdavekişîneke zelal e. Ji ber ku Tirkiye divê asayîkirina peywendîyên digel Rojhilata Navînê ji Sûrîyê va dest pê bike û wê demajoyê bi asayîkirina peywendîyên digel Misrê bidomîne, paşê ewê bi welatên derdora Kendava Fars'ê, Erebistana Seûdî û Imaratê berfire bike û di dawîyê da bera xwe bide Israyîlê. Di rewşekê da ku Israyîl dagirkirina Golanê didomîne û bi awayekî berdewam bi balafirên cengê êrişî axa Sûrîyê dike, asayîkirina peywendîyên Tirkiye û Israyîlê yê rê nede peywendîyên Tirkiye û Sûrîyê bên xweşkirin.
342/