AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

15 sermawez 2022

17:42:09
1323417

Feth û Hemasê tekezî li ser pêwîstiya têkoşîna dijî planên kabîneya nû ya Rejîma Siyonîst kir

Nûnerên tevgerên Feth û Hemasê li ser pêwîstiya yekîtî û sekinîna li hemberî planên zêdegaviyê yên Binyamîn Netanyahû tekez kir.

'Ezam Ehmed endamê Komîteya Navendî ya Fethê û Mûsa Ebû Merzûq alîkarê serokê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) li derve di hevdîtinekê da li balyozxaneya Filistînê li Beyrûtê li ser xurtkirina hewildanên ji bo yekîtiya filistîniyan ji bo sekinîna li hemberî planên zêdegaviyê yên Binyamîn Netanyahû serokwezîrê erkdarkirî yê Rejîma Siyonîst ji wan plana berfirehkirina çêkirina bajarokan, cihûkirina Qudsê û parçekirina demî û cihî ya Mizgefta Eqsayê tekez kir.

Mizgefta Eqsayê wek sembola sereke ya pênaseya îslamî-filistînî ya bajarê Beyt ul-Muqedesê hertim bûye armanca kiryarên wêranker ên Rejîma Siyonîst.

Rayedarên filsitînî di vê hevdîtinê da li ser sozdariya li ser maf û ramanên neteweyî yên Filistînê û dijayetiya digel asayîkirina peywendiyan û bicihkirin û cihanîna encamên gotûbêjên El- Cezayîrê ji bo yekîtiya filistîniyan tekez kir.

Roja Yekşemiyê serokê Rejîma Siyonîst Binyamîn Netanyahû serokê partiya Lîkûdê û serokwezîrê vê rejîmê yê berê wek memûrê damezirandina kabîneyê tayîn kir.

342/