AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

15 sermawez 2022

17:44:02
1323419

Endamê Hizbullahê yê payebilind: Amerîkayê dil heye Libnanê wêran bike

Alîkarê serokê Konseya Cihanînê ya Hizbullaha Libnanê got: Amerîka ji bo wêrankirina Libnanê plan dadirêje.

Şêx Elî De'mûş Alîkarê serokê Konseya Cihanînê ya Hizbullaha Libnanê tekez kir: Berxwedan roja îro bihêzztir, qahêmtir, xurttir û bibiryartir ji her demekê ye û bi saya berxwedaan û hevsengiyên wê û bi saya xwîna şehîdan û amadetiya têkoşerên me, Libnan hin destkeftan bi dest dixe.

Şêx Elî De'mûş her wiha got: Encama ku Libnanê di dosyeya diyarkirina sînorên deryayî da bi dest xist, destkefteke gelekî mezin e ku bêyî yekîtiya dewlet, Berxwedan û gel, ev yek nediqewimî.

De'mûş wek berteka li hemberî nîgeraniyên ji betalkirina vê lihevkirinameyê ji aliyê bereya rastgir û zêdegav a siyonîst piştî serkeftina di hilbijartina vê rejîmê da tekez kir: Netanyahû nikare lihevkirinê betal bike; ya yekem ji ber vê yekê ku du saziyên Israyîlê yên leşkerî û ewlehiyê bi dengê pirranî li ser girîngiya wê li hev kiriye da ku pêşî li şêrr li Libnan û navçeyê were girtin û Netanyahû nikare derveyî wê biryar bide û biryareke siyasî li dijî biryara leşkerî û ewlehiyê bide.

 

342/