"Anthony Albanisi" serokwezîrê Awustralya di daxûyaniyên destwerdanê de rewşa navxwe ya Îranê nirxand û piştgirî da ajawegiran.
Li gorî rapora Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Karûbarên Berdevkiya Wezareta karên derve ya Îranê, "Nasir Kenanî" berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê amade ye ku li Tehran û Canberrayê dûrî gengeşiyê medyayî geşedanên rastîn ên Îranê ji dewleta Awustralya re rave û zelal bike.
Berdevkê wezareta derve ya Îranê li bara tawanên mafên mirovan yên Awustralya li dijî Îranê, bal kişande ser vê yekê ku rêzgirtina dualî û sekinîna li ser rastiyan baştirîn rê ji bo nehiştina tevliheviyan di warê dîplomasiyê de ye û got: Awustralya di warê mafên mirovan de, ji kuştina penaxwazan heta kuştina 500 welatiyên xwecîhî yên vî welatî di girtîgehan de û qedexekirina lêkolînên pîşeyî yên di van dozan de ti rewatiya xwe tine ku derbarê Mafên Mirovan şîretê li yên din bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha bisitarkirina komên têrorîst û cudaxwaz û bêdengiya li hemberî êrişa hovane ya terorîstan ser mezara pîroz a Şahçeraxê ji aliyê dewleta Awustralya, nîşana durûtiya vî welatî li warê mafên mirovan nirxand û got: Di vê derbarê de balyozê Awustralya li Tehranê hatiye bankirin bo wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê û hişyariyên pêwîst bo dewleta Awustralya hatine dayîn.
342/