AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

16 sermawez 2022

18:37:58
1323806

Cihê karkeran li Stenbolê agir pê ket; karkerekî canê xwe ji dest da

Şevê din li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê agir bi çend karavaneyên li nav projeyeke avakirinê ket û di encam de karkerekî canê xwe ji dest da û 3 karkerên din jî birîndar bûn.

Bûyer demjimêr 01:00ê şeva 16ê Mijdara 2022ê çêbû û heta niha sedem nehatiye zanîn ka ji ber çi agir derketiye.

Ew karavane cihê xewa karkeran e û li gorî gotina wan dema ew di xewê de bûne agir pê ketiye.

Piştî ku tîmên agirvemirandinê û hewarçûnê gihîştin cihê bûyerê, destpêkê 3 birîndar rakirin nexweşxanê, lê piştre termê karkerekî hat dîtin.

Li gor raporeke Encûmena Tendirustî ku 8 Îlona îsal belav kiriye, ji destpêka sala 2022ê ve li seranserê Tirkiyê hezar û 14 karekeran bi sedemên cuda canê xwe ji dest dane.

342/