AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
pêncşem

17 sermawez 2022

18:48:25
1324096

'Armanca pêşniyaza biryarnameyê li Konseya Hakiman zexta siyasî li ser Îranê ye'

Berdevkê Wezareta karên derva ya Îranê wek berteka li hemberî kiryara Amerîka û sê welatên ewropî tekez kir; pêşniyaza pesnedkirina biryarnameyê li Konseya Hakiman bi armanca zexta siyasî li ser Îranê ye.

Li gorî rapora IRNAyê, Nasir Kenanî Wezareta karên derva ya Îranê wek berteka li hemberî kiryara Amerîkayê û Brîtanya, Fransa û Almanyayê ya pêşniyazkirina derxistina biryarnameya li dijî Îranê di Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê da, got: Îran vê kiryarê şermezar dike û wê yekê wek nayê pejirandin û redkirî dizane.

Wezareta karên derva ya Îranê her wiha got: Di halekî da ku di hefteyên vê dawiyê da taxima Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê bi nêrîna berbipêş gotûbêj û danûstandina xwe tev Rêveberê gişt ê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ji bo peydakirina rêkarekê bo çareserkirna mijarên lihevalyayî û teknîkî yên çavdêriyê didomand, ti hinceteke teknîkî an lezbûneke di warê çavdêriyê da ji bo raberkriina biryarnameya li dijî Îranê tuneye.

Kenanî tekez kir: Sebebkarên sereke yên vê biryarnameya dijî Îranê bi neçêbkaranîna rewşa vê dawiyê, tenê bi armanca sepandina zexta siyasî li ser Îranê pêşniyaza pesendkirina vê biryarnameyê daye Konseya Hakiman; Kiryara ku dê bandoreke nerênî li ser pêvajoya çareserkirina teknîkî ya mijarên ku Ajans li dû wan e dike.

342/