AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
pêncşem

17 sermawez 2022

18:48:52
1324097

Wezîrê karên derve yê Îranê: Servîsên ewlekariyê ji bo şerê navxweyî û parçekirina Îranê plan darêştine

Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir: Servîsên ewlekariyê ji bo şerê navxweyî û parçekirina Îranê plan darêştine.

Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê di twîtekê da nivîsî: Servîsên ewlekariyê, rejîma Israyîlê ya sexte û hin siyasetmedarên rojavayî ku ji bo şerê navxweyî û parçekirina Îranê plan darêştine bila bizanin ku Îran Lîbya û Sûdan nîne.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha nivîsî: Roja îro dijminan yekparçetiya Îranê û pênaseya îranî kirine armanc; lê besîreta gel dijmin bêhêvî kiriye.
342/