Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), rêjeya bêkariyê ya çaryeka salê ku mehên Tîrmeh û Îlonê digire nava xwe, parve kir.
Li gorî vê yekê; rêjeya bêkariyê ya ji bandorên demsalê hatiye safîkirin weke ji sedî 10 hat destnîşankirin.
Li gorî daneyan, rêjeya bêkariyê ya kesên di navbera 15-24’ê saliyê de ji sedî 19,1, rêjeya bêkariyê ya zilaman ji sedî 8,7 û ya jinan jî ji sedî 12,8 e.
342/