AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
pêncşem

17 sermawez 2022

18:54:17
1324102

Bo cara şeşem parlimana Libnanê nekarî serokomar bibijêre

Parlimana Libnanê bo cara şeşem di bijartina serokomar da ser neket.

civîna parlimana Libnanê ji bo bijartina serokomar roja Pêncşemiyê piştî negihîşte rêjeya qanûnî, b beşdariya 112 nûneran dest pê kir.

Encama dengwergirtinê bi vî awayî bû: Dengên sipî 46, Mîşal Me'ûz 43, Libnan Cedîd 9, Esam Xelîfe 7, Ziyad Barûd 3, Silêman Fernîce 1, Mîşil Zahir 1 û dengên betal 2.

Beriya vêya Necîb Mîqatî serokwezîrê karrêkxer ê Libnanê ragihand: Serokomarê nû divê bilez ji bo organîzekirina çalakiyên siyasî were bijartin ji aliyê hemiyan va were qebûlkirin.

342/