AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

18 sermawez 2022

19:53:30
1324360

Leşkerên Tirkiyê di 200 kîlometriya kûrahiya axa Iraqê da ne

Endamekî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) got: Leşkerên artêşa Tirkiyê di 200 kîlometriya kûrahiya axa Iraqê û 13 kîlometriya bajarê Mûsilê da ne.

Li gorî rapora roja Înê ya Malpera Melûmeyê, Xiyas Sûrçî endamê payebilind ê YNK'yê got: Leşkerên Tirkiyê li baregeha leşkerî ya Başîqê li bakûrê Mûsilê jî bi cih bûne û operasiyona xwe ya leşkerî nemaze li parêzgehên Neynewayê û derdora wê, li Dihok û Hewlêrê didomînin.

Sûrçî her wiha got: Artêşa Tirkiyê hewil dide hêzên xwe bişîne Mûsil û Kerkûkê jî, bi taybet jî xwediyê bandoreke zêde li parêzgeha Kerkûkê ye û bi piştevaniya kesên girêdayî bi xwe her cûre operasiyon û terorekê pêk tîne.

Wî êrîşên Tirkiyê li Kerkûk û Mûsilê 'Cinayet' zanî û got: Artêşa Tirkiyê bi top û xwefirran her derê ku bixwaze dike armanc.

342/