AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

18 sermawez 2022

19:54:45
1324362

17 kes ji binçavkiriyên teqîna Stenbolê sewqî zîndanê hatin kirin

Tevî Ahlam Albashir ji kesên ji ber teqîna li Taksîmê hatin binçavkirin 17 sewqî zîndanê hatin kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Ahlam Albashîr ku ji ber teqîna li Kolana Îstiklalê ya Taksîmê hatibû binçavkirin, tevî 48 binçavkiriyên din piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Ji kesên binçavkirî 2 kes piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan. Albashîr jî ku li dozgeriyê îfadeya wê hat girtin, tevî 16 kesan bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin. 

Ajansa Mezopotamyayê nivîsiye: "Midûriyeta emniyetê beriya niha diyar kiribû ku Albashir di îfadeya xwe ya nefermî de gotiye ku endama YPG'yê ye û bombe li ser fermana wan teqandiye. Lê belê Albashir îdiaya emniyetê derewand û diyar kir ku di çenteyê li gel wê de tiryak hebû." 

Piştî ku kar û barên îfadegirtinê bi dawî bûn, Albashir û 16 kesên din bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê hatin kirin. Ji 17 kesan 3 kes bi şertê tevdîra kontrola edlî hatin sewqkirin û ji bo 29 kesan jî biryara dersînorkirinê hat dayîn. 

Her wiha 17 kes jî bi tawanbariyên “Parçekirina yekitî û yekparetiya welêt”, “Kuştina bi qesdî”, “alîkariya ji bo kuştina bi qesdî” û “hewldana ji bo kuştina bi qesdî” û bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin. 

342/