AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

19 sermawez 2022

16:42:35
1324676

Guardian: Axiftina Trump a berbijariya di hilbijartinên 2024’an da derew bû

Rojnameya The Guardian’ê çapa Inglîzê, nivîsî ku Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê yê berê di axiftinekê tijî gotinên derew û dubarekirina îdiayên pûç ên berê da berbijariya xwe bo beşdariya di hilbijartinên serokkomariyê li Amerîkayê di sala 2024’an da ragihand.

 Li gorî rapora Rojnameya The Guardian’ê, serokkomarê berê tim gotinên xalifîner derbarê serokkomariya xwe da dixe rojevê û vê carê daxûyaniya wî derheq vê yekê ku di sala 2024’an da cardinê bo serokkomariyê dê bibe berbijar, di nav atmosfera siyasî ya Amerîkayê de rastî şadî, bêhêvîtî û henekan hat.

Trump sêşemiyê şevê axiftinek xist rojevê ku bo her kesê ku bi tenê mîtîngekeke wî dîtibe, tam naskirî ye.

Trump ji ber belavbûna koronayê ku heta asteke zêde dawîn sala serokkomariya wî ji nav bir û di encamê de 400 hezar amerîkîyan canê xwe ji dest da, ev îdiaya seyr û ecêb xist rojevê ku dema ew serokkomar bû, welêt çendîn dehekan bêyî şer derbas kiribû, ger çi şerê li Efxanistanê di dawiya heyama serokkomariya wî di halê berfirehbûnê de bû û Trump ev daxûyaniya pûç xist rojevê ku ji dema sondxwarina Joe Biden va, sînorê di navbera Amerîka û Mekzîkê da tam hatiye rakirin.

 Guardian’ê nivîsî ku Trump ev gotinên şaş û pûç kirin ku îdiyaya xwe bo sêwemîn berbijariya serokkomariyê bixe rojevê.  

 Trump di dewamê de îdia kir: Du salan berî niha em neteweyeke mezin bûn û em ê cardinê bibin neteweyeke mezin. Bona ku ez cardinê Amerîkayê mezin û geş bikim ez îşev berbijariya xwe bo serokkomariya Amerîkayê radigihînim.

Guardian’ê di dawiyê de nivîsî ku van gotinên Trump piştgirên wî jî ecêbgirtî kirine ji ber ku gotin û helwêstên Trump di salên derbasbûyî de bûne sedema işkestên berdewam ên komarîxwazên Amerîkayê.

342/