AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

19 sermawez 2022

16:44:11
1324679

Emîr-Ebdullahiyan: Kiryara Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê neavaker bû

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Kiryara Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ya derxistina biryarnameya dijî Îranê neavaker e û em ê pêngaveke beranber rakin.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezîrê karên derve yê Îranê di press konferansa hevpar digel Seyid Bedir Bûseîdî wezîrê derve yê Omanê da li Tehranê got: Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê kiryareke neavaker di dawiya hefteya derbasbûyî da pêk anî; di halekî da ku du hefte pêş taximeke pêkhatî ji rayedarên Wezareta derve û Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê serdana Viyenê kir û hevdîtineke avaker digel Rafaêl Grûsî rêveberê Ajansê pêk anî.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Tevî vêya bi yekcarî û bi armanca bandordanîna li atmosfera navxweyî û sepandina zexta herî pirr û dewama siyaseta van rojan a Amerîkayê ya gelekî bi durûtî, biryarnameyk li dijî Komara Îslamî ya Îranê hat derxistin û careke din Ajans ji bo meremên siyasî hat bikaranîn.

Wezîrê derve yê Omanê jî got: Omanê siyaseta cînaretiya baş digel Îranê girtiye ber xwe û tekeziyê li ser girîngiya wê dike.

342/