Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistana Iraqê bê navber dewam dikin. Derbarê êrişên Tirkiyê de berpirsekî Heşda Şeibiyê ku nexwest navê xwe eşkere bike got; “Hêzên Heşda Şeibiyê ji bo derxistina leşkerên Tirk ji nav xaka Iraqê amadekariyên xwe temam kirine. Lê divê Hikumeta Iraqê vê ji yekê razî be. Hêz û êrişên dewleta Tirkiyê gihiştine nav xaka Iraqê, Şengalê û gelek herêmên din bombebaran dike. Ev jî binpêkirinek eşkere ya serweriya xaka Iraqê ye.”
Heman berpirsî di dawiya axaftina xwe de jî got; “Me ji Hikumeta Iraq û Wezareta Derve ya Iraqê xwestiye ji bo vê bikevin nava liv û tevgerê û tedbîrên pêwîst bigrin. Ger ev yek pêk neyê, hêzên Heşda Şeibiyê amade ne dijî Tirkiyê hêza xwe bixe nava liv û tevgerê.”
342/