AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

19 sermawez 2022

16:45:41
1324682

4 leşkerên iraqî di êrîşa DAIŞê da hatin kuştin

Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku çar hêzên artêşa Iraqê ji ber êrîşa DAIŞê li Kerkûkê hatine kuştin.

Vê sibê terorîstên ser bi DAIŞê êrîşî ser baregeheke artêşa Iraqê li Dibsa parêzgeha Kerkûkê kir.

Di vê êrîşê da heta niha 4 hêzên artêşa Iraqê hatine kuştin.

Her wiha terorîstên DAIŞê di vê êrîşê da alavên têkilîdanînê û çekên hêzên artêşa Iraqê jî dizîne.

Piştî vê êrîşê rewşa amadetiya tam li parêzgeha Kerkûkê hatiye ragihandin.

342/