AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

21 sermawez 2022

20:03:11
1325216

Du nûnerên Amerîkayê bertek nîşanî êrîşên Tirkiyê ser Kurdên Sûriyê da

Du nûnerên Kongre û Senaya Amerîkayê tevî amajeya bi vêya ku Tirkiye bi balefirên F-16 yên Amerîkayê şerê li dijî kurdên Sûriyê gurrtir kiriye, daxwaza nefirotina van balefiran bo Tirkiyê kir.

Di rojên vê dawiyê da û bi behaneya tolhildana êrîşa vê dawiyê li Stenbolê ku rayedarên Tirkiyê wê bi kurdên Sûriyê va girêdidin, artêşa Tirkiyê doreke nû ya êrîşan li dijî kurdên Sûriyê dest pê kiriye û di van êrîşan da balefirên şêrr ên F-16'ê yên Amerîkayê bi kar tîne; heta niha zêdetirî 30 kesî ji ber van êrîşan canê xwe ji dest daye.

Chris Van Hollen senatorê demokrat û Frank Pallone nûnerê demokrat li Kongreya Amerîkayê xebitandina balefirên şêrr ên amerîkî ji aliyê Tirkiyê va li dijî kurdên Sûriyê şermezar kir.

Chris Van Hollen di rûpela xwe ya Twitterê da nivîsî: Em dîsan dibînin ku Erdoxan piştî demeke dirêj gefxwarinê, êrîşî ser kurdên Sûriyê kiriye; ev di rewşekê da ye ku ew (kurdên Sûriyê) rêbertya têkoşîna dijî DAIŞê dikin.

Frank Pallone jî gotiye, Bombebarana nexweşxaneya zarokan li bajarê Kobaniyê yê kurdnişîn li bakûrê Sûriyê nîşan da ku, nabe Amerîka qabiliyetên leşkerî-asimanî yên Tirkiyê xurt bike.

342/