AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

21 sermawez 2022

20:04:35
1325218

Sipaha Pasdaran êrîşî ser baregehên komên terorîstî li Kurdistana Iraqê kir

Baregehên komên terorîstî li Herêma Kurdistana Iraqê ketin ber êrîşên mûşek û xwefirrên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî.

Çar mûşekên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî berbanga Duşemê li baregeha komên terorîstî li Koysenceqa Herêma Kurdistana Iraqê ketine.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, hevdem baregehên komên terorîstî li navçeyên Zergoyîz û Panakoreyê li nêzikî Silêmaniya Iraqê ketin ber êrîşa xwefirrên Sipahê yên întiharî.

Kanala Saberin Newsê li Telegramê ragihand ku hevdem digel van êrîşên bi mûşek û xwefirran dengê zengila xeterê li konsûlxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê bilind bûye.

Hin çavkaniyên xwecihî li Kurdistana Iraqê ragihand ku di encama êrîşên berbanga îro da heta niha 26 kes ji terorîstan hatine kuştin.

Ev operasiyon ji aliyê yekîneyên xwefirr û mûşekan a Hêza Bejahiya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî va pêk hatiye.

342/