Fermandetiya operasiyona Diyaleyê li Heşda Şeibiya Iraqê qala destpêkirina operasiyoneke berfireh bi armanca lêgerîn û pêkanîna ewlehiyê li navçeya Hewz El-Selabê ya başûrê rojavayê bajarê Xaneqînê (parêzgeha Diyaleyê) kir.
Talib Mûsewî Ferandarê operasiyona ewlehiyê ya Heşda Şeibiyê li Diyaleyê tekez kir: Armanca vê operasiyonê şopandina çeteyên mayî yên koma terorîstî ya DAIŞê li navçeya Hewz El-Selabê û jinavbirina sitargehên wan ên nihênî li vê navçeyê ye.
Mûsewî her wiha got: Ev operasiyon li sê mihweran bi beşdariya Tîpa 3an a Heşda Şeibiyê dest pê bûye û hewil tê dayîn ku bi sûdwergirtina ji zanyariyên deqîq ên istixbaratî û piştevaniya balefirên şêrr ên artêşa Iraqê, armancên diyarkirî bi tamî bên bidestxistin.
342/