Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê Iraqê roja Yekşemiyê mazûvanê Nûrî Malikî serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û serokwezîrê Iraqê yê berê bû.
Di vê hevdîtinê da, wan derbarê rewşa gişt li welêt ji hêlên siyasî, ewlehî û aborî va axivîn.
Di vê civînê da du aliyan li ser girîngiya piştevaniya ji dewletê ji bo cihanîna bernameya Wezaretê û lêgerîna li rêbazên nû ji bo baştirkirina xebata dewletê û geşatiya siyasetên dewletê di warê têkoşîna dijî gendeliyê û çalakkirina handêrên aborî tekez kir.
342/